Ekip
02 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê Operasyona Efrînê de got: "Me tunêlên wan, kozik û her tiştên wan bi ser wan da hilweşandin, emê koka wan bînin, wan paqij bikin."
Yildirim di merasima temelavêtina rêbeja Ankara-Nigdeyê de axivî û li ser rojevê nirxandin kirin.
Li ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê Serokwezîr Yildirim wiha agahî dan:
"Van bêbextan ji Efrînê di 12 rojan de 82 moşek avêtin Reyhanliyê, Hatayê û Kilîsê. Ji ber van êrişan 5 welatiyên me hatin kuştin û ji 100an zêdetir jî welatiyên me birîndar bûn. Ez behsa avahiyên xira bûn û mizgeftên ku zirar dîtin nakim jî. Di vê rewşê de em ê çi bikin? Em ê bisekinin ku ew moşekan biavêjin ser welatiyên me? Em nesekinîn û em bi ser wan de çûn."
Darê Operasyona Efrînê de zêdetir got: "Me tunêlên wan, kozik û her tiştên wan bi ser wan da hilweşandin, emê koka wan bînin, wan paqij bikin."
Têkoşîna li dijî terorê jî wiha nirxand: "Him li hundirê welêt û him jî li derveyê welêt heta koka vana neyê qelandin ji me ra sekin tuneye. Armanca me pêkanîna hizûr û ewlehiya gelê me ye."