Nihat Kavşut
03 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
ANKARA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva: "Li herêm û dervayî herêmê tu dewletek bi qasî Tirkiyeyê desthilatdarî û yekîtiya axa Sûriyeyê naparêze. Dema hûn li gotin û encamnameya li Soçî û Astanayê binihêrin hûnê vê bibînin. Em yekîtiya axa Sûriyeyê diparêzin."
Çavuşoglu daxuyanî da El Cezireyê û der barê rojevê da axivî.
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir li nav Sûriyeyê komên terorîst yên curbecur hene û wiha got: "Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Tirkiye li Efrînê dijî rêxistinên terorê dike serkeftî ye. Ji bona penaber û kesên li nav welêt belav bûne herêma ewle tê avakirin."
Çavuşoglu diyar kir li herêma Efrînê PYD/PKKya Rêxistina terorê bi cî bûye û wiha dewam kir: "Ev rêxistin bi rokêtan êrîşî sînorên Tirkiyeyê dike. Rêxistin ji bona ewlehî û sînorên Tirkiyeyê gef û talûke ye."
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir Tirkiyeyê li gor hiqûqa navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) operasyonê daye destpêkirin û got îdiayên ku dibêjin Tirkiye bi operasyonê Sûriyeyê dagir dike rast nînin û wiha dewam kir: "Li herêm û dervayî herêmê tu dewletek bi qasî Tirkiyeyê desthilatdarî û yekîtiya axa Sûriyeyê naparêze. Dema hûn li gotin û encamnameya li Soçî û Astanayê binihêrin hûnê vê bibînin. Em yekîtiya axa Sûriyeyê diparêzin."
Çavuşoglu destnîşan kir Amerîka û hin dewletên ewropayê çekan didin PYD/PKKyê û got di serî da şerê dijî terorê di gelek waran da durûtî heye.
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku pirsgirêka Tirkiyeyê bi Amerîka û dewletên Ewropayê ra tuneye û wiha got: "Ji ber alîkariya dide PYD/PKKya rêxistina terorê û Fetullah Gulenê serekê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) îade nake di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da pêbawerî kêm bûye."