Ekip
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal der barê kêmasiya budçeya meha tebaxê de got: "Meha tebaxê di budçeya me da 874 milyon lire kêmasî çêbû."
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal îro bû mêvanê Mesaya Edîtoran a AAyê û cewaba pirsan da.
Der barê daneyên rêjeya kar a hezîranê de Agbal wiha agahî da:
"Ev, peşveçûna aboriyê me tesdîq dike û her wiha ji bo mezinbûna heyama duyemîn jî nîşaneyek e."
Li ser baca emlakê jî wiha axivî:
"Der barê nirxên baca emlakê da em xebateke verastinê dikin. Heke em pê ra bigihînin emê wê jî di nav vê qanûna komî da çêbikin."
Ji bo veberhênan, îstîxdam û xebatên din jî wiha nirxandin kir:
"Wekî wezaret ji bo li ser hin qanûnên cuda hin guherînan bikin me pêşnûmayek amade kir û pêşkêş kir. Tê de gelek verastkirinên li ser verberhênan, hilberîn û îstîxdamê ku gelek derdorên civakî eleqedar dikin, hene. Em ê verastkirina teknîkî ya vê qanûna komî xilas bikin û li gor texmîna min hefteya bê em ê sewqî meclisê bikin."