Ekip
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
ANKARA
Wezareta Karên Derva ragihand ku di civîna Astanayê da Tirkiyê di seranserê pêvajoya guftûgoya der barê herêma bêşer a Îdlibê da bi sifetê garantorê muxalefetê bala xwe da ser nirxandin û nêrînên komên muxalif ên li qadê ne û ji bo lihevkirin bikeve rewacê roleke pir girîng hilda ser xwe."
Wezaretê daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê naveroka lihevkirina Astanayê da agahî da. Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku ji bo tehkîmkirina agirbesta 30ê Kanûna Pêşîn a 2016an li seranserê welat di 4ê Gulana 2017an de jî biryara herêmên bêşer hat dayîn.
Wezaretê ragihand ku:
"Di civîna Astanayê da) Tirkiye seranserê pêvajoya guftûgoya der barê herêma bêşer a Îdlibê da bi sifetê garantorê muxalefetê bala xwe da ser nirxandin û nêrînên komên muxalif ên li qadê ne û ji bo lihevkirin bikeve rewacê roleke pir girîng hilda ser xwe.
(Tirkiye, Rûsya û Îran) Çavdêrên ji sê welatan ew ê li ciyên kontrol û çavdêriyê yên ku di nav sînorê herêmên bêpevçûn (Îdlib) da bên avakirin, cî bigrin."