14 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2015
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Rê birîn, mêr revandin, xerac sitandin, îşkence... Ev hemû zirarê didin pêvajoyê û ji ber tiştên wiha pêvajo xitimî. Yanî ji bo pêvajoyê divê ev hemû bên berterefkirin. Ev operasyon jî ji bo berterefkirina vana tên kirin."
Akdogan beşdarî bernameya Xeberên Sereke ya Starê bû û pirsên derbarê rojevê de bersivandin.
Akdogan li ser pirsa derbarê pêvajoya çareseriyê de wiha axivî, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku hemû aliyên civatê eleqedar dikin, me 13 salan hewl da, di vê mijarê de me rîskên mezin da ber xwe û me bedêl dan.
Akdogan got ku AK Partiyê pêvajoya çareseriyê da destpêkirin û destnîşan kir ku rêxistina terorê, pêvajo jehrî kir.
Akdogan destnîşan kir ku heta îro Serokomar Recep Tayyîp Erdogan negot ku "Pêvajoya Çareseriyê qediya" û got ku ev tercîhek nîne, pirsgirêgeka ku mirov wê paş guh bike jî nîne, bivênevê divê bê çareserkirin.
Akdogan got ku PKKyê li herêmê şidet, zilm çi nema kir û wiha dewam kir: "Rê birîn, mêr revandin, xerac sitandin, îşkence... Ev hemû zirarê didin pêvajoyê û ji ber tiştên wiha pêvajo xitimî. Yanî ji bo pêvajoyê divê ev hemû bên berterefkirin. Ev operasyon jî ji bo berterefkirina vana tên kirin."
-Yekkirina sindoqên hilbijartinê
Akdogan li ser pirsa derbarê ewlehiya hilbijartinê de got ku, divê ewlehiya hilbijartinê tenê wekî ewlehiya sindoqan neyê dîtin û nirxandin, tundî û zordestiya ser îradeya gel jî di vê çarçoveyê da ye.
Akdogan got ku serdema borî li miletê herêmê gef xwarin wan şantaj kirin divê di vê serdemê de dev ji van kirinên xwe berdin û wiha pê de çû:
"Di hilbijartina borî de me dît. Ji çend sindoqan de deng derketin û dengên çend sindoqan ji sedî sed yên HDPyê bûn. Ev tiştekî normal nîne, ev dijraberê fitratê ye jî. AK Partiyiyên li ser wan sindoqan wezîfedar bûn qala zilm, şidet, geflêxwarinan dikirin...Dema ku em bala xwe didin van bûyeran em dibînin ku yekkirina sindoqan çêtir e."