BEXDA
Hat diyarkirin ku li paytext Bexdaya Îraqê bi êrîşên çekdarî ve, di heman demê de avêtine li ser girtîgeha Ebû Gûrayb û Tacîyê. Di van her du êrîşan de bi tevahî 27 kes mirin, 39 kes birîndar bûn û 100 jî mehkûm firar kirin.
Li gor daxûyaniya Wezareta Dad a Iraqê, nasnameya kesên ku êrîş kirine hêj diyar nebûye, êrîş jî bi çekên giran û mekanîzmayeke bombeyê hatiye kirin û hêzên ewlekariyê jî demildest bersiv dan êrîşkaran.
Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastina Meclisê Hakîm ez-Zamlî jî diyar kir ku piştî êrîşan, ji 500î zêdetir mehkûm ji girtîgehan reviyane û piranî ji wan milîtanê El-Kaîdeyê ne.
Zamlî xwest kesên ku ji vê bûyerê berpirsiyar in sewqî dadgehê bên kirin.