16 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Ala der barê makîneyên kar ên şaredariyê ku di kolandina xendekan da tên emilandin wiha got: "Der heqê 18 serokên şaredariyê û 41 endamên meclisê da lêpirsînê dest pê kir. Him lêpirsîna edlî û him jî ya îdarî hat vekirin. Qismet hatin girtin û qismet jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin."
Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û der barê rojevê da xeberda.
Wezîrê Karên Navxweyî Ala der barê tekoşîna li hember rêxistina terorê ya DAEŞê da wiha got: "Me qedexe kir ku 33 hezar û 746 kesên ji 123 welatên cuda yên der heqê wan agahî heye ku wê li Sûriyeyê beşdarî çalakiyên terorê bibin bên Tirkiyeyê. Ew kes dema ku tên Tirkiyeyê nikarin bikevin welêt. Em bi welatan ra der barê îstixbaratê da axivîn. Ji bilî vê hin kesên ku li Tirkiyeyê hatine girtin jî hene. Ji 89 welatan 2 hezar û 783 kes li Tirkiyeyê hatin girtin û ew kes derxistin derveyî sînor."
Ala diyar kir ku di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da 862 hebên wan tiving û yên giran bi tevahî 2 hezar û 240 çek hatin girtin, qasî 10 tonî teqemenî û 10 hezar molotof hatin girtin.
Wezîrê Karên Navxweyî Ala der barê makîneyên kar ên şaredariyê ku di kolandina xendekan da tên emilandin wiha got: "Der heqê 18 serokên şaredariyê û 41 endamên meclisê da lêpirsînê dest pê kir. Him lêpirsîna edlî û him jî ya îdarî hat vekirin. Qismet hatin girtin û qismet jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin."
Ala bal kişand ser bûyerên ku rêxistina terorê li Sûr, Cizîr û navenda Şirnexê dike û wiha got: "Dewlet polîtîkayên ku bûyerên wiha ji holê rabin dike û tevdîrên ewlehiyê hildide.