Wezîrên Karên Derve Ahmet Davutoglu der heqê firoka Suriyê ya ku derbasî Tirkiyeyê bibû de axivî û got: "Em ji bo ewlehî û berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyeyê biparêzin amade ne. Lê em bawer nakin ku Sûriye êrîşî Tirkiyeyê bike.
Davutoglu, beşdarî A Haberê bû û der barê rojevê de axivî. Jê hat pirsîn ku piştî firokeya Sûriyeyê hat daxistin wê Suriye êrîşî Tirkiyeyê bike yan na? Davutoglu bersiv da û got: 'Em ji bo hemû îhtimalan amade ne.'
Wezîr Davutoglu destnîşan kir ku Tirkiye û hêzên artêşa Tirk, ji ber êrîşên ku ji dersînor bên, bi her awayî amade ne. Ji ber vê yekê ji bo rûdanên ku wê pêk bên em amade ne. Lê em ne li bendê ne êrîşek çêbe.
Davutoglu diyar kir ku dema semîmiyeta dewletê û ewlehiya neteweyî bê ser ziman em her îhtimalan didin ber çavan û axaftina xwe domand: ''Bila tu kes ji hêza Tirkiye û hêza artêşa tirk bê hêvî nebe.
-''Hikûmeta Suriyeyê jî dizanibû''.
Davutoglu der barê rexneyên Sererkaniya Sûriyeyê jî axivî û got: ''Şîroveya ku bi lez tê kirin bi rastî îtirafkirina sûc bi xwe ye.
Davutoglu diyar kir ku di vê bûyerê de îhlaleke bi zanebûn heye. Davutoglu berdewam kir û got: ''Piştî ku firokeya Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat xistin rêzikên angajmanê hat guhertin.Tenê îhlal nîne. Me li hemû dinyayê îlan kir ku em ê li hember yên gefan li Tirkiyeyê dixwin û nêzî sînorê Tirkiyeyê dibin em ê tevdîran bistînin. Em dê bêşik û guman van tevdîran bi cih bînin û me ev biryarên xwe li hemû dinyayê belav kirin. Hikûmeta Sûriyeyê jî ev zanîbû. Ji dêvla me sûcdar bikin û Tirkiyeyê biceribînin bila hedê xwe bizanibin.''
Davutoglu destnîşan kir ku rêzikên angajmanê dişopînin û got: Em ji bo yên ku bi gefxwarin nêzî sînorên me dibin û bi hemû hêmanên hewayî Tirkiyeyê tehdît dikin amade ne û em wezîfeyên xwe bi cih tînin.
Wezîrê karên derve Davutoglu diyar kir û got: "Dema ku sînorê Sûriyeyê 2 km îxlal bikin, ew jî dizanin û em jî fêm dikin ev yek li hember me hişyariyek e. Yanî 'ez ê bêm û li vî welatî vî sînorî îxlal bikim.' Ev yek ceribandine. Eger li ser helwesta ku Tirkiye wê çawa tevbigere daxuyanî dabin jî li hember vê bersiva xwe stendine. Eger tiştek bi nezanî pêk bê, tê hişyarkirin."