ANKARA
Civîn li Navenda Giştî ya AK Partiyê hat kirin. Arîkarên Serokwezîr Bûlend Arinç, Beşîr Atalay û Bekîr Bozdag, Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn, Wezîrê Karên Hindûr Muammer Guler, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk, Cigîrserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal, Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hûseyîn Çelîk, Serşewirmendê Siyasî yê Serokwezîr Yalçin Akdogan beşdarî civînê bûn.
Civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin di saet 13.30an de dest pê kir û nêzî 3 saetan dewam kir.
Hat ragihandin ku xebatên li ser pakêta demokratîkbûnê dewam dikin û ji bo babetên ku qala wan tê kirin bên komkirin û nivîsandina wan bê kirin dem lazim e.
Hat zanîn ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, di rojên pêş me de, dê bi civîna çapemeniyê hûrgiliyên pakêtê dê bi gel re parve bike.