Ahmet Aydın
01 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Yasîn Aktay ragihand ku di Kongreya Derasayî ya AK Partiyê ya ku di 21ê gulanê de bê girêdan, hem wê serokê giştî bê hilbijartin û hem jî hilbajartinên ji bo MKYKê û qedemeyên rêveberiya partiyê wê bê kirin.
Aktay piştî civîna MKYKê ku bi serektiya Serokê Giştî û Serokwezîr Bînalî Yildirim bi rê ve çû, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Aktay got, "Wê di 21ê gulanê kongreya derasayî bê lidarxsitin. Ev kongre bi bangewaziya Cenabê Serokwezîrê me, Serokê me yê Giştî tê girêdan. Di vê kongreyê de em pêş dibînin ku Cenabê Serokkomarê me weke serokê giştiyê partiya me were hilbijartin."
Berdevk Aktay herwiha got, "Derbarê îhyakirina endamtiya Cenabê Serokkomarê me ji bo partiya me, îro di encama civîna MKYKê de, bi yekîtiya dengên hemî endamên lijneyê hat qebûlkirin. Em dikarin bêjin sibê Cenabê Serokkomarê me wê di civîna ku li navenda giştî darbikeve de, wê endamtiya xwe îhya bike."
Aktay anî ziman ku mijareke din a ku di civîna îro de biryar pê hat dayîn ew e ku wê di 21ê gulanê de Kongreya Derasayî ya Sêyem bê lidarxistin û wiha pê de çû: "Hem biryara kongreyê hat dayîn û hem jî ji bo amadekariyan start hat dayîn."