Önder Beyter
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş duhê çaxa ku Lijneya Wezîran li Koşka Çankayayê di bin serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim da civîn dikir, daxuyanî da û bersiv da pirsan.
Kurtulmuş da bibîrxistin ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê di 27 nîsanê da encamên fermî û teqez ên dengdayîna gel eşkere kirin. Kurtulmuş got ku bi pesendkirina vê modêlê va li Tirkiyeyê gaveke din jî hat avêtin.
Vegera Serokomar Erdogan a li AK Partiyê
Kurtulmuş destnîşan kir ku ji geşedanên vê serdema nû yeka herî girîngtirîn jî qutnebûna peywendiya serokomar a bi partiya xwe ra ye.
Kurtulmuş herwiha got ku pêvajoya vegera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a li AK Partiya ku avakar û serokê wê yê xwezayî ye, dest pê kir û wiha got:
"Piştî civîna Lijneya Rêvebirina Navendî ya AK Partiyê û civîna Lijneya Rêvebirin û Biryarê ya Navendî ev pêvajo hatiye destpêkirin û herwiha xebat û amadekariyên Kongreya AK Partiyê ya di 21ê gulanê da dest pê kirine. Pêşiyê ez dibêjim bira zehf bi xêr be. Vegera Serokomarê me û careke din wekî serokê giştî tevlêbûna wî ya partiyê, wê di nava kadroyên AK Partiyê da hêz, qewet û sînerjiyekê derxîne holê û wê dengdêrên AK Partiyê motîve bike."
"Piştî lêkolîna li ser belgeya siyasetê ya Hamasê, emê nêrîna xwe eşkere bikin"
Kurtulmuş li ser pirsa, gelo di çareserkirina kêşeya Filstînê da tu bandoreke belgeya siyasetê ya nû ya Hamasê wê çêbe an na, got ku wî hê belge nexwendiye û ji ber hindê ew naxwaze şîroveyekê bike û wiha xeberda, "Lêbelê bi awayekî giştî eşkere ye bê ka nêrîna me çi ye."