21 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
HEWLÊR
Serokayetiya Herêma Kurdistana Iraqê êrîşa terorê ya li Gazîentabê şermezar kir.
Li gor peyama li ser malpera fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê: " Em bi bi tundî wê kirdara nemirovane şermezar dikin, serxweşiyên me ji bo kesukarên şehîdan, hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn"
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ev jî piştrast dike ku teror û hizra tundrewiyê gefeke ciddiye li ser hemû aliyan û li dijî jiyan û bexteweriya welatiyan e. Her ji bo wê yekê jî ji bo rûbirûbûna terorê karê hevbeşê welatan û ciddiyeta hemû civaka navdewletî pêwîst e."