ANKARA
Ji bilî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, bernameya serokan ya cejnê eşkere bû. Serokomar Abdullah Gul ji bo hecê çû Erebîstana Siûdî û heta sêyê cejnê dê li wê derê be. Serokwezîr Erdogan jî seranserê eydê dê li Îstanbûlê be. Bahçelî li Ankarayê, Demîrtaş jî dê li Diyarbakirê be.
Serokomar Abdullah Gul ji bo ku hecê bike li ser vexwendiya Qral Abdullah bîn Abdulazîz çû Erebîstana Siûdî. Gul dê heca xwe bike û di sêyê eydê de jî vegere Îstanbûlê.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî seranserê cejnê dê li Îstanbûlê be.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu roja erefeyê dê li Ankarayê be lê bernameya wî ya cejnê hêj ne eşkere ye.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî nimêja eydê li Ankarayê di Mizgefta Gazî Merkezê de dê bike.
Tê hêvîkirin ku Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî di cejnê de li Diyarbakirê be.