Haydar Şahin
23 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2018
ANKARA
Di Komcivîna AK Partiyê ya ku bi seroktiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan were kirin da ew ê daxuyanî bi Îngilîzî û Erebî sîmultane were wergerandin.
Serokomar Erdogan ew ê hûrgiliyên lêpirsîna li ser Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hatibû kuştin di Komcivîna AK Partiyê da eşkere bike.
Li gor daxuyaniya AK Partiyê, axaftina ku raya giştî ya dinyayê li bendê ye ew ê bi Erebî û Îngilîzî jî simultane were weşandin.
Serokomar Erdogan der barê lêpirsîna piştî kuştina Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî hat meşandin da gotibû, "15 kes çima hatin vê derê, çima 18 kes hatin derdestkirin? Ez ê di axaftina xwe ya komcivînê ya roja sêşemê da li ser vê biaxivim. Ez ê li wê derê li ser hûrgiliyên bûyerê biaxivim."