Nihat Kavşut
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
KİŞİNEV
Serokomar Erdogan: "(FETO) Rêxistina terorê ye ku bi taybetî Artêşa Tirkiyeyê û di nav polês, daraz û hemû meqamên dewletê da bi cî bûye. Ev rêxistina terorê îhtimal heye li Moldovayê jî heman tiştî bike û di nav dewletê da bi cî bibe."
"Di şerê hevbeş yê dijî FETOyê da hêviya gelê Tirk ew e ku dostên me yên ji Moldovayê alîkariya hewce dike bidin. Ji bona kesên dixwazin vê têkoşîna rast qirêj bikin rûreş derkevin bang dikim ku li gor dostaniya Tirkiye û Moldovayê em tevbigerin."
"Du bankeyên dewletê, Bankeya Halkê û Bankeya Ziraetê personelên xwe şandin û li vir xebatekê kirin. Di demeke kurt da bankeyek yan jî du banke wê li Moldovayê şaxên xwe vekin."