02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Ala sembola îtibara namus û şerefa neteweyî ye ku li asîman li ba dibe. Baş e di 26-27ê sibatê de ew pîneyê ku li Stenbol û Enqereyê hate daliqandin çi ye? Alaya kesekî ku hundirê tirkmenan ji devê wan re aniye, piştgirî daye terorê, di sûc û kuştinan de bûye şirîk hebe çii tunebe çi? Li welatê tirkan qaşo alaya Kurdistanê hatibe daliqandin, em li hember vê çima bêdeng bimînin, em çawa deng dernexin û xwe kerr bikin? Şikir ji Xwedê re me şerefa xwe ya neteweyî winda nekir, me îxaneta rabirdûyê ji hişê xwe neavêt. Ji sivikiyê re giranî, ji biçûkê re ezîzî, ji yê bêqîmet re xweşbînî nabe. Yê ku bibe jî dibe jî bila hişê xwe kontrol bike, muktesebata xwe ya neteweyî ber bi çav re derbas bike. Em çawa pesnê wî kesê xirab bidin? Em çawa vî karî xirab bixwazin?"
Bahçelî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daliqandina alaya Kurdistanê ya li Tirkiyeyê rexne kir.
"Me eleqedar nake"
Bahçelî wiha got, "Heger qaşo ala li Stenbol-Enqereyê were bilindkirin wate, alaya tirk berjêr bûye." û nirxandinên xwe wiha rêz kir, "Birêz Serokwezîr got, 'van rojan çîrokeke alayê ye serî hildaye.' Divê pê bizanibe ku ala ne çîrok e, şerm û heqîqet e. Min Destûra Iraqê vekir lê mêze kir, min pênaseyeke alaya bona Barzanî nedît. Heger hebe jî me eleqedar nake, nabe me eleqedar bike."
"Berdevkên CHPyê, biçin cem PYD, PKK û FETOyê û derdê xwe ji hev ra bêjin"
Bahçelî helwesta CHPyê rexne kir û wiha xeberda:
Berdevka CHPyê gotinên me yên der barê mijarê da meraq dikir, lê qey haya wê ji bêdengiya serokê wê tuneye ku ser ra derbas bû. Me duhê xeberda. Berdevkên CHPyê, biçin cem PYD, PKK û FETOyê û derdê xwe ji hev ra bêjin, xweliyê li serê xwe kin. Ca li kesên ku peyvan davêjin nava guhê me, tiliya xwe ji me ra ba dikin, mêze kin. Li ser zarê wan hingiv heye, lê poçika wan jî jehr e. Birêz Serokwezîr dibêje ku niyeteke qenc nîne potê Barzanî tînin rojevê. Meriv ji xirabiyê ra bêje xirab, ku dera wê niyetqenc nîne? Heger şûna me Barzanî were girtin ku ew jî tercihek e, di rastiyê da ez nikarim vê yekê wekî semimiyet û niyetqencî bibînim, bixwînim û şîrove bikim."
"Ez bibim xalî jî ez ê dîsa li pey wan bim, ez ê dest biavêjim pêsîra wan"
Bahçelî got, "Em pesnê Birêz Serokwezîr ê milîtiyê didin, lê em xemgîn dibin ku mînak û kiryarên wî, me rûreş derdixe." û wiha dewam kir:
"Em ji rindan ra rind dibêjin naziya dikin, em ji nerindan ra rind dibêjin kêf dikin. Ev karekî çawa ye, fêmkirina wê ne pêkan e? Pîne û paçikê Barzanî beriya niha jî hatiye bilindkirin! Me wê demê jî bi heman tundîtiyê û bê tawîz bertek nedabû nîşan? Ma emê li pey tarîtiyê herin? Cenap Şehabettîn dibêje ku heta tu qula mar xerab nekî, koka wî naqele. Qul jî diyar e, mar jî. Nedîtina van têkçûn û xerabûn e. Em baldar bin."
Bahçelî wiha axivî:
"Nivîskarekî evdal û yobaz MHPê wek li dijî birayên min ên ku ji eslê xwe kurd in, dide nîşan û wê min bide mehkemeyê. Bira nesekine' Ne ku li vê dinyayê, ez ê li Mehkemeya Mezin ji ber ku biratiya hezar salî xerab dikin ez ê bibim dozdar. Ez ê li ser navê milet ji van hesab bipirsim. Kesên ku tirk û kurdan li hev sor dikin, MHPê sûcdar dikin, deyndarê min in. Ez bibim xalî jî ez ê dîsa li pey wan bim, ez ê dest biavêjim pêsîra wan."