ANKARA
Serokomar Abdullah Gul diyar kir ku di sala 2013an de ji bo aramî, demokrasî, aborî û pêşveçûna Tirkiyeyê gelek tiştên girîng hatine kirin û wiha dewam kir: "Ev xebatên hanê bi saya îstiqrara siyasî, rêveberiyeke baş û xebatên rind hatin kirin. Divê em hemû welatî bi qîmeta vê asta ku em hatinê bizanibin. Ji bo nifşên me yên ku dê li pey me bên lazim e ku em pêşerojeke baş bihêlin. Ji bo vê divê em xwe ji tevgerên ku gefê li demokrasî, aborî, pêşveçûn û hiqûqa welatê me dixwin wan dûr bigrin."
Gul destnîşan kir ku sala 2013an bi xweşî û nexweşiyên xwe ve êdî derbas dibe û wiha pê de çû: "Ez sala we ya nû ji dil û can pîroz dikim û hêvî dikim ku ev sal ji bo welatê me, mirovahiyê û hemû dinyayê bi xwe re aştî, aramî, halxweşiyê bîne."
Gul bal kişand ser tiştên ku di vê salê de qewimîne û got: "Di sala 2013an de gelek welat bi qeyrana aboriyê re rû bi rû man lê baş bû ku ev qeyran negihîşt me. Ji bo pêşveçûn û ewlehiya welatê me gelek gavên girîng hatin avêtin. Ji bo beşdarbûna Yekîtiya Ewropayê guftûgo hatin kirin. Welatê me ji bo sermayedaran bû wek navnîşanek. Li welateke wiha îstiqrar û bawerî ji bo pêşerojê hêviyên mirov xurt dikin."