ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ATO Congresiumê beşdarî merasîma vekirina giştî ya navendên lojîstîk ên AFADê bû û li vir axivî. Erdogan di axaftina xwe de li ser giringiya pêvajoya çareseriyê û li ser rewşa penaberên Sûriyeyî û Iraqî rawestiya.
Erdogan ragihand heke ku em di rojeke wiha dijwar de hembêza xwe ji birayên xwe yên Sûriyeyî û Iraqî re venekin, emê siberoj çawa li rûyê wan mêze bikin? Ji wî jî muhîmtir emê çawa li rûyê gelê xwe binêrin û wiha dewam kir: "Hewl û tevgerên berevajiyê vê dê ji bo dîrok û çanda Tirkiyeyê bibe wekî îxanet."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Hûn li gotinên wan kesan nenêrin ji ber ku em li vir mazûvaniya birayên xwe yên Sûriyeyî û Iraqî dikin ji me re dibêjin 'hûn di nava îxanetê de ne' Hûn bala xwe nedin wan kesên ku dibêjin dema ku em bûn serokwezîr emê Sûriyeyiyan bişînin welatên wan. Ew nizanin ka 'ensar' çi ye, 'mihacir' çi ye. Ew nizanin ka hembêz û dilê gelê me çiqas fireh e. Ji ber vê nezanîna xwe jî ew tuçaxî nikarin li vî welatî bibin serokwezîr."
Di axaftina xwe de Erdogan qala kuştina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslanê jî kir û wiha got: "A niha darazê peywira xwe bîne cih, divê bîne cih. Divê cezayê van kiroxan di sînorê herî jor de were dayîn. Ji ber ku wijdana vî gelî piştî bûyereke wiha rehet nabe, lêbelê hema qet nebe bila bêjin, 'Ev jî gihîştin mistehaqê xwe'.
Erdogan destnîşan kir ji bo ku tundî û şidet bidawî be û welat bigîje aramiyê pêvajoya çareseriyê gelekî girîng e û wiha pê de çû: "Bi pêvajoya çarseriyê ve em li pey vê aramî û pêşketinê ne. Em li dû wê bingehê ne ku ewladên vî miletî bi rêz û hezkirin di nava aşîtiyê de bijîn. Bifikirin û hizr bikin ka dema ku me ev bidest xist welatê me hem ji aliyê maddî û hem jî ji aliyê menewî dê çawa pêş bikeve."