ANKARA
Şevket Kazanê Wezîrê Dadê yê berê ji kesên ku di çarçoveya Doza 28ê Sibatê de tên darizandin, gilîdar nebû. Di vê dozê de wek "mexdûr" îfadeya wî hatibû hildan. Kazan wiha got: "Di jiyana min de biryara herî zor e ku ez ji bo vê dosyeyê gilîdar bibim. Ez gilîdar nînim."
Ji bo heyama 28ê Sibatê wek "mexdûr" îfadeya Kazan hat hildan. Doz li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê ye û bi sûcê "Bi darê zorê têkbirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" 103 kes tên darizandin.
Kazan di dadgehê de behsa tiştên ku dema wezîr bû hatin serê wî kir û li ser pirsa Serokê Dadgehê Fevzî Şangir ya "Kesî hûn tehdît kirin" got: "Na, merûzata min ji van pêk tê."
Kazan dîsa li ser pirsa Şingar ya "Hûn gilîdar in" got: "Di jiyana min de biryara herî zor e ku ez ji bo vê dosyeyê gilîdar bibim. Ez gilîdar nînim."
Çevîk Bîrê ku di wê demê de duyemîn Serokê Sererkaniyê bû jî di vê navberê de mafê axaftinê xwest û ji bo ku Kazan gilîdar nebû, ji Kazan re sipas kir.
Parêzerê Kazan Îsmaîl Aydos got ku Kazan di atmosfereke hestyarî de axivî û daxwaza wî ew e ku cardin jê bipirsin ku ew gilîdar e an na.
Li ser vê, serokê dadgehê cardin jê pirsî û Kazan wiha got: "Ez li dozgeriyê gilîdar bûm. Di her însanî de wijdan heye. Ez jî însan im, ez niha gilîdar nînim."
Pêvajoya 28ê Sibata ku di sala 1996an de destpêribû hikumeta REFAHYOLê deshilatdar bû û Sererkaniya Tirkiyeyê di wê demê de li dijî hikumetê dest bi hin hewladan kiribû. Di encamê de hikumeta ku Serokwezîrê wê Necmettîn Erbakan bû hilweşiya bû. Ew pêvaja wek 'Derbeya postmodern' hatibû binavkirin.
Paşê der barê 28ê Sibatê de Şevket Kazanê ku wê demê Wezîrê Dadê bû di sêrî de hin kes gilîdar bibun.