ÎSTANBÛL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Qada Kartalê beşdarî vebûna 20 xaçerê û rêyî bû û li wir axivî û di axaftina xwe de ji ber ku ev avahiyên ku dê hatûçûyê rehet bikin, avakirin spasiya Şaredarê Şaredariya Mezin yê Stenbolê Kadîr Topbaş û tîma wî kir.
Erdogan got ku bi vê merasima vebûnê me di tevahiya Stenbolê de 20 rê û xaçerêyên bi bihayê 154 trilyon lireyî bi awayekî fermî vekir.
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de bal kişand li ser xizmetên ku ji bo hatûçûyê kirin û got ku em bi hev re dahatûya ronak ava dikin. Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku piştî Ataturk çêkirina rêyên hesinî sekinîbûn û got ku me di îqtidara xwe ya 11 salan de welat bi rêyên hesinî pêça.
Verastkirina nû ya Înternetê
Erdogan bi bîr xist ku niha der barê înternetê de xebateke nû dikin û wiha axivî: "Çima? Em ji bo ku ev bêbextî, xeletî û weşanên bêexlaq çênebin van pêngavan diavêjin. Lê dinêrim ku hin alî vê yekê wekî astengkirina azadiya fikr û ramanan dibînin, tiştek wisa tuneye. Înternet ranabe. Bereskê vê yekê înternet li vir dikeve bin qontrolê. Ev çend roj in wezîrê min li ser vê yekê dixebite, agahiyan dide û dibêje tiştekî wisa teqez tune. Ma qey bila ev bêexlaqî û gendelî berdewam bikin? Gelo bila li vê welatî tevgerên bêrûmetkirina kesan berdewam bike? Ev çend roj in li ser mutahîtên ku dê pireya sêyemîn û balafirgeha sêyemîn çêkin guhdarkirin tên kirin û bi van guhdarkirinan jî dixwazin wan bixin tehdeyê. Der barê van de lêpirsîn hat vekirin. Niha dema dozên bi vî awayî tên vekirin, hemû rûmeta van kesan yên piyaseyê, ya li ba rêxistinên fînansê û saziyan dê çawa be? Ez ji we dipirsim gelo ev îxaneta li ser welêt nîne çi ye?