Abdullah Tel,Haydar Şahin
24 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
ANKARA
Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden ji bo hin hevdîtinên fermî bi balafira taybet va di saet 10.25an da di bin tewdîrên berfireh da hat Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê.
- Meclisa ku di dema hewla derbeyê da hat bombekirin, ziyaret kir
Balyozê Washîngtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç, Balyozê Enqereyê yê DYAyê John Bass û rayedarên din çûn pêşiya Bîden û ew ji balafirgehê veqetî û derbasî Meclisê bû. Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman li pêş têketina Meqamê Serokatiya Meclisê pêşwaziya Bîden kir û paşê bi qasî 520 deqîqeyî hevdîtin kirin.
Serokê Meclisê Kahraman ji ber ziyaret û serdanê ji Alîkarê Serokê DYAyê ra spas kir û Bîden jî got: "Min dixwest ez roja piştî bûyerê li vê derê bûma." Hevdîtina wan piştî kişandina dîmen û wêneyan ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.
Wekîlê Serokê Meclisê Akîf Hamzaçebî, Amirê Îdareya Meclisê Erkan Haberal, Serokê Komîsyona Karên Derva ya Meclisê Taha Ozhan û Wekîlê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken jî di hevdîtinê da cih girtin.
Piştî hevdîtinê Bîden û Kahraman çûn cihê ku di hewla derbeyê ya 15 Tîrmehê da zirar dîtin û Kahraman got ku wê hin derên hatine bombekirin bikin muze Bîden jî got ku ew naxwazin mirov wê demê ji bîr bikin.
Bîden odeya meqam ya Serokwezîr a ku di êrîşê da zêde zirar dîtibû jî ziyaret kir û diyar kir ku saeta li odeyê di saet 12.00an da sekinî ye û got, "Mêze bikin ez tam di wextê xwe da hatim vê derê. Li pişt maseyê wêneya min bikişînin. Bi vî awayî ezê îspatî Serokwezîr bikim ku tam di saet 12.00an da hatime ofêsa wî û derengî neketime."
Bîden bi bîr xist ku kalikê wî jê ra digot "Joe baweriya xwe xurt bike" lê pîrika wî jî jê ra digot ku "Na. Baweriya xwe belav bike, demokrasiyê belav bike".
Îsmaîl Kahraman jî got ku ev formuleke zehf rind e.
Bîden ji bo mêvandariyê ji Kahraman ra sipas kir û paşê ji Meclisê veqetiya.
Yildirim û Bîden hatin bal hev
Serokwezîr Bînalî Yildirim û Joe Bîdenê Alîkarê Serokê DYAyê hatin ba hev.
Serokwezîr Yildirim li Joe Bîdenê ku hat ziyareta Tirkiyeyê li ber deriyê anorê yê Qesra Çankayayê pêşwazî kir.
Yildirim û Bîden li ser pêlekanên Qesra çankayayê merheba kirin û poz dan rojnamevanan û paşê derbasî civînê bûn.
Çapemenî hilnedan civînê û li bendê ne ku Yildirim û Bîden piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar bikin.
Serokomar Erdoganê Bîden qebûl bike
Herî dawî Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê Joe Bîden li Kuliyeya Serokomariyê qebûl bike.