24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel a Beştepeyê di merasima peşk û tayînê ya astengdaran da xeberda.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li dijî rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê operasyon tê kirin.
Erdogan der barê operasyona Mertalê Firatê da wiha got: "Mixabin nika ji Sûriyeyê êrîşî welêt, Gazîentab, Kilîs û herêman dikin lê belê êdî hedka me birin. Me êdî got 'Dibê ev meseleya bê helkirin' û îro destê sibê di saet 04.00an da pêvajo da destpêkirin. Dibê em êdî vê çareser bikin. Hin kes meydanê dixwînin û dibêjin 'Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ewê wiha be nizam çito be'. Ez ji vê derê bangî wan dikim, hûn bizanibin wê çi were serê we."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Kî ji bo Tirkiyeyê bibe talûke wê gel, artêş, polês û gundparêz li hember wan bisekinin."
Erdogan diyar kir ku divê li dijî terorê helwesteke navneteweyî hebe û wiha got: "Heke dinya li dijî terorê mitebeqeteke navneteweyî pêk neyne hemû mirovahî berpirsiyarê vê ye. Ji bo vê jî têkoşîna bihevra şert e. Ji serî vir da xêncî alîkirina ji bo birayên me yên ji Sûriyeyê tu nêteke me ya din tune, xebatên me jî tunene."
Serokomar Erdogan wiha axivî: "Li eniya xwe girêdana banda kelîmeya tewhîdê va mirov nabe misilman. Li ser alayê hebûna kelîmeya tewhîdê va mirov nabe misilman. Bi îstismarkirina lefza Xwedê va mirov nabe misilman. Tu eleqeya vana bi Îslamê ra tuneye, berevajiyê vê ew di vê sedsalê da bûne belaya serê Îslamê."
Erdogan wiha got: "Ez dubare îfade dikim, hûnê sernekevin. Hûnê gelê me perçe nekin, hûnê alaya me berjêr nekin, hûnê welatê me perçe nekin, hûnê dewleta me nerûxînin, hûnê ezanên me bêdeng nekin, hûnê çongê li vî welatî nedin tewandin, hûnê nikaribin stûyê vî gelî bixin binê nîr."
Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Ev zen dikin ku di her êrîşekî da em hinekî jî zeîf dibin. Nexêr, bereksê wê di her êrîşekî da em xurtir dibin. Te dît çermvan, debbax çi dike? Çiqasî dikute, çerm ewqas bedew û xurt dibe. Ev jî werganî ye. Bereksê wê em dibin yek, xurt dibin, çak dibin, terr dibin, dibin xwişk û bira, em hemû bi hev ra dibin Tirkiye."