05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Der heqê eskerên Tirkiyeyê yên ku çûn Mûsilê de li ser medyayê de hin nûçeyên ku ez dibînim rê li ber şîroveyên beredayî vedikin hene. Tu kes bila ji alîkariyên me tiştên xelet dernexe. Çavê Tirkiyeyê di axa tu welatekî de nîne û tiştekî wisa jî nabe. Têkoşîna Tirkiyeyê bi terorê re û rêxistinên terorê re ye."
Serokwezîr Davutoglu di Lijneya Giştî ya Asayî ya 22yemîn a Tirk-Îşê de axivî û got: "Birêz Kiliçdaroglu wek 'hevalno" xitabî kesên ku li Diyarbekirê xendekan dikolin dike. Ez hêvî dikim ku ev sehwen be û ez vê xitabê wek bêtalahiyekê dibînim. Kesên ku li Sûrê bi xendekan rê digirin ne hevalên me û mixalefetê û ne jî hevalên diyarbekiriyan in. Ew hevalên kesên ku dixwazin Tirkiyeyê tevlihev bikin in. Ez hêvî dikim ku Birêz Kiliçdaroglu cardin wek 'hevalno' xitabî kesên ku Diyarbekir kirine zindan, pergala kamuyê xera dikin û bêbextiyê dikin, neke."