12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Adar 2023
AŞKABAT
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em di pêvajoyeke wisa de ne ku divê civak û saziyên navneteweyî hê zêdetir berpirsyariyê hildin ser milê xwe. Gefa li aştî û aramiyê dixwin û nediyariyên ku ji ber vê îxtilafê derdikevin bêguman li ser hemû welatan tesîrê dike. Em hêvî dikin ku ev îxtilafa herî zêde di qada mirina sivîlan û bûyerên koçê de derdikeve pêşberî me, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bê çareserkirin. Emê hemû bi hev du re bikaribin ji heqê ceribandinên ku wê di pêşerojê de derbikevin pêşiya me bên der."
Serokomar Erdogan li Konferansa Alînegiriyê ya ku di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera 20î ya alînegiriya Tirkmenistanê de hat lidarxistin silav serokên dewlet û hikûmetên ku beşdarî konferansê bûn û axivî.
Erdogan bi bîr xist ku Tirkmenistanê di 27ê cotmeha sala 1991ê de serxwebûna xwe îlan kir û welatê ku herî ewil serxwebûna wê qebûl kir û li Aşkabatê balyozxane vekir Tirkiye bû û wiha pê de çû: "Ji destpêka serxwebûna Tirkmenistanê heta niha me girîngî da têkiliyên xwe."
Erdogan got ku di civîna dikin de ji bilî mijarên aştî û ewlehiya ku dinya mihtac e wê li ser meseleyên hevkarî û pêşketinê jî bisekinin û wiha dewam kir: "Pirsgirêkên ewlehiyê zêde bûne, gefxwarinên terorîzmê her ku diçe berfireh dibin û di heyameke wiha de lidarxistina konferanseke wiha girîng e. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku divê civak û saziyên navneteweyî hê zêdetir berpirsyariyê hildin ser milê xwe. Gefa li aştî û aramiyê dixwin û nediyariyên ku ji ber vê îxtilafê derdikevin bêguman li ser hemû welatan tesîrê dike. Em hêvî dikin ku ev îxtilafa herî zêde di qada mirina sivîlan û bûyerên koçê de derdikeve pêşberî me, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bê çareserkirin. Emê hemû bi hev du re bikaribin ji heqê ceribandinên ku wê di pêşerojê de derbikevin pêşiya me bên der."