12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevpeyvîna xwe ya kanala erebî ya Al Jazeerayê de pirsên der heqê rojevê de bersivand.
Serokomar Erdogan bal kişand ser berteka hikûmeta Iraqê ya ku nîşanî guherandina yekîtiya eskerên Tirkiyeyê yên ji bo perwerdehiyê li wê derê ne da û bi bîr xist ku dema DAEŞ ket Mûsilê xwest li Bakurê Iraqê jî bi cih bibe hikûmeta Iraqê ji Tirkiyeyê alîkarî xwest û wiha pê de çû: "Weke ku hûn jî dizanin di sala 2002yan de li Iraqê dîsa pirsgirêk hebûn û wê demê ji me alîkarî xwestin û hin eskerên me li wê derê bûn. Di vê bûyerê de pirsgirêk pir cihê bû lewra teror ketibû Mûsilê û paşê jî dixwest qada xwe fireh bike û bi taybetî jî berê xwe dabû Iraqa Bakur, Birêz Ebadî di serdana xwe ya Tirkiyeyê ya sala 2014yan de ji me re (DAEŞ ketibû Mûsilê, hewl dida li Iraqa Bakur jî bi cih bibe) qala van mijaran kir û ji bo perwerdekirinê ji me alîkarî xwest. Li ser vê daxwazê jî me Kampa Başîkayê ava kir. Haya wan ji van hemû agahiyan heye."
Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Qey niha wê ji meriv nepirsin, 'Dema Kampa Başîkayê hat avakirin hûn li kuderê bûn?', çima wê demê qet dengê we derneket û niha ji ber rûdanên li herêmê diqewimin hûn gaveke wiha diavêjin. Ji bo xurtkirina Kampa Başîkayê me ekîbên xwe yên perwerdeyê li wê derê zêde kirin. Ew hemû ne ji bo şervaniyê ne, piraniya wan ji bo perwerdekirinê li wê derê ne. Çend aliyên vê meseleyê hene, aliyê hewayê heye, aliyê bejayê heye, aliyê perwerde û techîzê heye. Ji ber vê jî eskerên wê perwerde û techîzê bikin û jixwe wek hêza şervan pêşmerge li wê derê ne."
- "DAEŞ wek hincet hat nîşanda û ketin Sûriyeyê"
Ji Erdogan hat pirsîn, "Daxistina balafira ûris bi agahî û kordînasyonên Washingtonê hat kirin yan na? wî jî got "tiştekî wisa tuneye lê me paşê haya wan pê xist."
Serokomar Erdogan got ku herêm di nav alavên agir de ye û DAEŞ wek hincet hat nîşandan û bi ewê rêyê ketin Sûriyeyê lewra Rûsya û DAEŞ bi rastî şer nakin û qala operasyoneke cidî ya ku ûris dibe ser DAEŞê jî naye kirin.
- "Nabe ku meriv DAEŞê bê Esed û Esed jî bê DAEŞê bifikire"
Erdogan ji bo pirsa, "Piştî êrîşa terorî ya ku li Parîsê qewimî welatên rojava berê xwe dan DAEŞê û gotin bila Esed desthilatdariya xwe bidomîne, lê têkoşîna me ewilî bi DAEŞê re ye, gelo ev mimkun e?" jî got: "Ev yek ne mimkun e lewra pirsgirêka Sûriyeyê bi Esed çareserkirin ne mimkun e. Heke ev bibe jî wek di pêvajoya Viyanayê de hatibû eşkerekirin bi qasî 3 û yan jî 6 mehan bi Esed re wê biçe û paşê jî bêyî wî wê çareseriyekê bikin rewacê. Heke Esed bimîne ev xetereyeke pir mezin e lewra piştgirê herî girîng ê DAEŞê Esed bi xwe ye. Ji ber vê jî nabe ku meriv DAEŞê bê Esed û Esed jî bê DAEŞê bifikire. Yê ku neftê difiroşe rejimê û jê pere distîne ew e."