İbrahim Atmaca
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ŞANLIURFA
Ciwaniya Azad a teşkîlata ciwaniyê ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li dijî heyama 28ê sibatê ku bi kirinên xwe yên antîdemokratîk va di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê da cih girt, li Karacadagê civiyan.
Serokatiya Navçeya Sîverekê ya HUDA PARê li Karacadaga ku 45 kîlomêtre dûrî navçeyê ye bi duruşmeya "Ciwaniya Azad ji Karacadagê bang dike, bira ev 28 Sibatê bibe ya dawîn" çalakî li dar xist.
Serokê Bajarê Şanliûrfayê Lokman Yalçin di çalakiyê da axivî û got ku rêvebirên wê demê di 28ê Sibatê da li dijî şalpeyê şer dan destpêkirin û wiha dewam kir:
"Di 28ê Sibatê da topyekûn di serî da dest avêtin şalpeyên jin û keçên me. Em di salên zanînghê da rastî van bûyeran dihatin. Em bûn şahid ku nedihîştin keçên sergirtî têkevin zanîngehan. Ji bo nasnameya wan a îslamî hema bê li hemû bajarên Tirkiyeyê li dijî hemû merivên ku fealiyetên îslamî dikirin û dixebitîn û jiyaneke îslamî dixwastin derketibûn nêçîrê. Bi hezaran, deh hezaran meriv hatin binçavkirin, êşkenceyên pir giran li wan hat kirin û ew avêtin zindanan."