DIYARBAKIR
Alîkara Serokê Giştî yê BDPê Gulten Kişanak û du parlamenterên BDPê Altan Tan û Nursel Aydogan ji bo ku doza KCKê teqîp bikin, çûn Edliyeya Diyarbakirê. Kişanakê li vê derê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Kişanakê idîa kir ku bi operasyonên KCKê ve îradeya gel hat xistin girtîgehan û got ev operasyon li dijî siyaseta demokratîk ya kurdan derbeyek e. Kişanakê wiha got: "Hevalên me ev çar sal û nîv in di girtîgehan da ne. Astengiya herî mezin ya li ber pêvajoya çareseriyê operasyonên KCKê ne. Pevajoya çareseriyê dîvê derfetên siyaseta demokratîk û azadiyê gel bixe bin temînatê. Gava herî baş a bê avêtin serbest berdana girtiyên KCKê ye û ji holê rakirina qanûna tekoşîna li dijî terorê ye."
Kişanakê îfade kir ku dilxwaziya wan ew e ku pêvajo pêş de biçe û wiha pê de çû: "Hewldana hemû kesê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurdan e. Hemû xebat û hewldana BDPê ji bo vê ye."
Kişanakê siyaseta di ser pakêta demokratîkbûnê re tê kirin jî rexne kir û got ku em jî nizanin di pakêtê de çi heye ku em şîrove bikin.