KIRIKKALE
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, li Kirikkaleyê li ser xebatên avakirina Tesîsa Çelîkxaneyê ya Saziya Endustiriya Makîne û Kîmyayê lêkolîn kirin û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Atalay li ser pirsa rojnamevanekî ya der barê pakêta demokratîkbûnê de wiha axîvî: "Têkildarî pakêta demokratîkbûnê hefteya borî me xebatek kiribû û xebata me hê jî temam nebûye. Pişti Civîna Lijneya Wezîran ya sibê dê bê kirin, em ê saet di 13.00an de, dîsa li ser vê bicîvîn. Di bin serokatiya Serokwezîr Erdogan de em ê xebatên xwe bidomînin. Wekî min berê ji got, pakêta demokratîkbûnê ji bo ku Tirkiye bigihije asta asayîbûnê gaveke mezin û girîng e. Ev pakêt ne bi tenê ji bo pêvajoya çareseriyê ye. Em hewl didin ku Tirkiyeke wisa ava bikin ku hemû welatiyên me yên xwedî fikr û baweriyên cuda, li gorî dilê xwe, bê tirs û azad bijîn."