İbrahim Atmaca
01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
TBMM
Serokomar Erdogan: "Li pêşiya me wezîfeyeke din jî heye ku him dikeve ser milê Meclisa me him dikeve ser milê hikûmeta me. Qanûnên ahengî di serî da divê demildest xebat werin kirin û pêngav werin avêtin ku pergala nû bikeve rewacê."
Serokomar Erdogan: "Heta niha ji bilî rêxistinên terorê û endamên wan tu kesî ji rewşa derasayî zirar nedîtiye. Bi saya encamên ku me di qada parastin û teknolojiyê de bi dest xist, rêxistinên terorê bi taybetî li ser sînorên me nikarin êdî tevbigerin. Li kêleka sînorê me, him gelê Iraqê him Tirkiye di serî da rûdaneke ku ji bo welatên der û dorê tehdîd e çêdibe, divê destûra vê çavkaniya fitneyê neyê dayîn. Li Hewlêrê parastina mafê kurdan tu carî nayê wateya binpêkirina mafê erebê li Mûsilê û tirkmenê li Kerkûkê."
Erdogan: "Di têkoşîna me ya dijî terorê da ji yên ku herî zêde em xeyalşikestî kirin, welatên Yekîtiya Ewropayê ne. Yên ku ne veşartî, lê bi awayekî eşkere li hemberî endametiya Tirkiyeyê ya bo Yekîtiya Ewropayê derdikevin, li dijî rêxistinên terorê helwesteke nerm nîşan didin, em ji vê yekê gelekî aciz in. Îro Ewropa bûye cihê ku terorîst dikarin bi rehetî destê xwe bakin, herin û bên. Bûye cihekî ku li hember rêvebiriya meşrû ya Tirkiyeyê her cure çalakî lê tê kirin. Tirkiyeyê di 1959an da cara yekemîn serî lê da, di 1963yan da jî Peymana Enqereyê îmze kir. Em dibînin ku Yekîtiya Ewropayê vê sebra ku Tirkiye ji wê demê vir va nîşan dide, şaş fêm dike. Digel vê yekê, ez vê pir eşkere îfade dikim. Layenê ku wê vê pêvajoyê bi dawî bike, dev jê berde emê nebin."
Erdogan: "Heke hûn li eslê wê mêze bikin, pêdiviya me bi endamtiya Yekîtiya Ewropayê jî nemaye. Heke ku Yekîtiya Ewropayê wê pêngavekê bavêje, tenê rêyeke wê heye, ew jî wê Tirkiyeyê bike endam û hemleyeke aborî û çandî bide destpêkirin. Heke Yekîtiya Ewropayê vê yekê bike, em li vê derê ne, heke em ji bo paşeroja Ewropayê piştgiriyê bidin, em ê kêfxweş bibin. Heke ku neke jî ji bo me hîç ferq nake; em ê li rêya xwe mêze bikin û pêş kevin."
Serokomar Erdogan ji bo pirsa di vebûna sala nû ya qanûndanînê ya Meclisê da amadenebûna HDPyê wiha got, "Ma hûn fêm nakin bê ka çima? Ciyê wan Qendîl e, hûn dizanin."