İbrahim Atmaca
13 Gulan 2019•Rojanekirin: 14 Gulan 2019
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Îshak Saglam li Mûşê beşdarî bernameya partiya xwe bû.
Saglam di bernameyê da axivî û got ku li derdora wan agir dişixule û ji bo ku bipekînin wan têkoşînên taybet tên dayîn.
Saglam got, "Gelek hêzên cuda hene ku dixwazin me him li hindur him li derva perçe bikin, pergala me xerab bikin û me biavêjin nav vî agirî." û wiha dewam kir:
"Divê em ji bo van serwext û hişyar bin. Belkî vê gavê şerekî berbiçav tuneye, lê gelek defik tên danîn ku di paşerojê da hizûra me xerab bikin, bi genên me bilîzin û me ji nirxên me dûr bixin. Li dinyayê gelek hêz hene ku dixwazin hizûra me xerab bikin. Çendîn sal in ku dixwazin bingeha me ya malbatê û ciwanên me xerab bikin. Dixwazin bi edetên me yên ku em jê ra exlaqê Îslamê dibêjin û di civaka me da rûniştiye, bileyîzin. Divê em bi van ra têkoşînê bidin."
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut, partiyî û welatî beşdarî bernameyê bûn."