29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: "Saziyên derecedayînê car caran ne ji ber qisawetên aboriyê lê ji ber qisawetên siyasî der barê notê Tirkiyeyê da biryarên neyînî dabûn. Ez wisa difikirim ku li vê derê jî him zexta dowîz û him jî ew lîstika li ser zexta dowîz di qada navneteweyî da û him jî biryara saziyên dercedayînê û aktorên navneteweyî karê wê kampanyaya ku dixwazin Tirkiyeyê bikin nav tengasiyê."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: "(Ji bo Tirkiyeke xurt kampanyaya ERÊ) Her kes azad e ku fikr û ramanên xwe eşkere bike. Ez wisa difikirim ku filankesê got 'erê' û yan jî bêvan kesê got 'na' û ji ber vê li dijî wan kampanya çêkirin tiştekî di cih da nîne. Jixwe du alternatîf hene yan ewê bêjin 'erê' û yan jî wê bibêjin 'na'. Hûn nikarin bibêjin ku ma tu çima fikra xwe eşkere dikî. Ji ber vê jî divê her kes rihet be. Kesên dibêjin 'erê' û yên dibêjin 'na' lazim e hurmetê nîşanî hev bidin. Bi taybetî jî di nav civata huner û sporê da kampanyaya lînçkirinê car caran dest pê dike. Ridvan heke ev gotibe tiştê ji nav dilê wî hatine gotiye. Dîsa kesekî din tiştek gotibe jî tiştê hatine hişê xwe gotiye. Ji ber vê jî bi rastî kampanyayeke xweş, baş û bi kêf e."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: "Heger ji sandoqê 'erê' derkeve, evê were wateya piştevaniya têkoşîna ku dijî terorê tê kirin. Bêşik wiha ye. Yên ku dibêjin 'na' bira dîsa vê gotinê vajî nekin û şîroveyeke bimeqsed nekin. Wê bêjin, 'Ma yên ku dibêjin na, qey naxwazin ku li dijî terorê têkoşîn were dayîn?'. Tu dibêjî qey ez wan dengên bimeqsed dibihîzim. Nexêr meqseda min ne ew e. Lêbelê heger raya 'erê' derkeve, evê di heman demê da were wateya 'erê'ya têkoşînê ya dijî terorê jî."