Muhammet Kurşun
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim, der barê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê de got: "Helbet em naxwazin were asta zextan, lê eger fîraseta wan were girtin, eger were wê nuqteyê jî gavên Tirkiye biavêjin diyar in. Bi awayekî eşkere plansaziya vê heye. Dixwazim ev were zanîn."
Serokwezîr Yildirim nimêja înê li Camiya Millet kir û piştre jî daxuyaniya çapemeniyê da.
Serokwezîr Yildirim, pêşî nirxandina xwe wiha kir: "Em wek Tirkiyeyê li vê derê bi dostanî bang li Birêz Mesûd Barzanî dikin. Hêj wext heye dev ji vê xeletiyê berdin. Berevajiyê vê li herêmê helbet pirsgirêkên mezin hene, têkoşîna bi DEAŞ û PKKê ra heye û şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku bi salan e dewam dike heye. Di vî wextê ku ev hemû pirsgirêk dewam dikin da ji derketina problemeke nû ewilî wê zirarê bide xwîşk û birayên me yên kurd ên li wir dijîn, ev neheqiyeke mezin e. Helwesta Tirkiyeyê li hemberî wan gavên yekîtiya axa Iraqê perçe bikin û guherandina şeklê Kurdistana federal a di makezagonê da kifş e. Vê yekê bi eşkereyî dibêjim."
Piştre Yildirim li ser heman mijarê wiha axivî:
"Ji mehên borî ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê biryara referandûmê wergirt û heta niha, wek Tirkiyeyê me got ev biryar xeletiyeke mezin e. Me got ji vê biryarê paşde gav biavêjin. Di nuqteya em îro gihîştinê de Rêveberiya Navendî ya Iraqê li dij e, Îran li dij e, Tirkiye jixwe li dij e. Welatên endamê NYê Emrîka û NY li dij in. Yanî gelek welatên dinyayê li dijî vê ne. Loma jî Hikûmeta Navendî ya Iraqê roja berê bi biryara Meclisê ragihand ku ew vê qebûl nake. Wek din bi tundî red kir ku herêmên binîqaş tevlî referandûmê bibin. Di vê çarçoveyê de Waliyê Kerkûkê ji wezîfeyê girtin."
Li ser vê mijarê Yildirim wiha dewam kir:
"Wisa hêvî dikim ku di van rojan de dê NY jî mudaxilî mijarê bibe. Emê hemû bi hev re hin mijaran bibînin. Ya dikeve ser me, di 10 rojên mayî de emê bi hemû niyeta xwe ya pak, wek cîran ku em bi Herêma Kurdistana Iraqê re dijîn, em bangewaziya xwe dubare dikin: Werin dev ji vê eşqê berdin. Problemên we hebin, ji bo çareserkirina wan Tirkiyeyê heta îro tiştê ji destê wê hat kir. Ji îro pê de jî çi bikeve ser wê dê bike. Hêvîdar im eqlê selîm serdest bibe. Helbet em naxwazin were asta zextan, lê eger fîraseta wan were girtin, eger were wê nuqteyê jî gavên Tirkiye biavêjin diyar in. Bi awayekî eşkere plansaziya vê heye. Dixwazim ev were zanîn."