ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu got: "DÎŞI rêxistineke sûckar e û bi rejima Esed re dixebite. Generalê tirkmen got ku 'Tirkmen li Xums û Bayirbucakê ji taqet ketin. Êdî taqeta wan nema ku şer bidomînin.' Lê em ê van alîkariyan bidomînin."
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu beşdarî bernameya "Îskele Sancak"ê ya di Kanal 7ê de tê weşandin bû.
Spîker ji Davutoglu pirsî "ji bo bûyerên li Komara Afrikaya Navîn ji Tirkiyeyê leşker tê xwestin an na?" Davutoglu wiha bersivand:
"Kes bila neyne bîra xwe ku em der heqê Komara Afrikaya Navîn de tiştekî nakin. Meha borî ez beşdarî civîna Afrikayê bûm û li wir bi cînarên Komara Afrikaya Navîn re li ser bûyeran axivîm. Min got ku di demên dawiyê de li dijî misilmanan qetlîam tên kirin, em bertek nîşan didin û çi xebat hebin em ê tev bibin. Lê ji me leşker nexwestin. Lêbelê ji me re pirsîn gava ku mîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) bê lidarxistin em ê tev bin an na. Meriv dikare hemû tiştan binirxîne. Hê biryar nehatiye dayîn. Lê di mijara Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) de biryara me heye."
Wezîr Davutoglu der barê alîkarî dayîna Sûriyeyê de got: "Generalê tirkmen got ku 'Tirkmen li Xums û Bayirbucakê ji taqet ketin. Êdî taqeta wan nema ku şer bidomînin.' Lê em ê van alîkariyan bidomînin. Hemû bajarokên tirkmenan yek bi yek ji dest derdikevin. Kê alîkarî da kê?"
Davutoglu bal kişand ser têkiliyên DÎŞIyê û rejima Esed û wiha got:
"DÎŞI rêxistineke sûckar e û bi rejima Esed re dixebite. Rejim li ser hemû muxalifan de bombeyan dibarîne. Lewra rejim newêre li bejahiyê şer bike. Ji ber bombeyan muxalif mecbur dimînin ku ji wan deran derkevin, pişt re DÎŞI tê wan deran hildide bin destê xwe. Rejim bi vî awayî pêşiya DÎŞIyê vedike. Gava ku em alîkariyê nedin wê çaxê xelkê ji birçîbûnê bimire. Em dizanin ku kîjan endamê DÎŞIyê çi çaxê ji kîjan girtîgehê hat berdan. Di hevdîtinê de min jî Malikî re got ku der heqê têkiliyên el-Qaîde û Esed de hûn mafdar bûn. 4 sal berê we ji me re got ku bi hev re dixebitin, Esed ji wan re qamp vekiriye û wana li dijî Iraqê bi kar tîne û dê li Tirkiyeyê jî bi kar bîne. 4 sal sal derbas bû îro ez dibêjim hûn mafdar bûne."