ÎSTANBÛL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirina Xeta Metroyê ya Yenîkapiyê û Pira Metroyê ya Halîç-Şîşhaneyê de axivî û wiha got: "Duh der barê operasyona 17ê çileya pêşîn de biryarên neşopandinê û serbest darizandinê hat dayîn û berdevkên organizasyona paralel aciz bûn."
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got ku jinikek û tevî pitika xwe li Kabataşa Stenbolê rastî êrîşê hatin, dixwazin li ser wê bilîzin û wiha axivî: "Ez ji kesên ku di çapemeniyê de xwe wek amîral dibînin re dibêjim. Manşetên ku hûn davêjin ne rast in, hûnê raporên tipa edlî çawa veşêrin, hûnê têkin ku dera xwe. Ez qala rapora tiba edlî dikim. Dîmenan deynin dera hanê, hûnê rapora ku jinikê ji bo xwe û pitika xwe ji tipa edlî girtine çawa bikin. Her tişt eşkere ye, rapor li holê ye û hûn dixwazin vê berevajî bikin. Çima? Çimkî hûn di binî de fetisîn û hin dixwazin xwe jê paqij bikin. Dîrok dê we efû neke. Bûyerên Geziyê û operesyona 17ê çileya pêşîn karê heman kesan e. Dijminiyê bi nirxên vî gelî re dikin. Nirxên manewî binpê dikin. Pêxemberê me ji mîracê tînin û li qamyonê dikin, evqas bê exlaq in, Pêxemberê me jî ji bo armancên xwe dikin amûr."