Erdogan got: "Armanca me teqez ew e ku dadgehên xwedî rayeya taybet rakin. Em dixwazin Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê jî rakin. Lê divê çend xalên Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê, di Qanûna Ceza ya Tirkan de bên bi cih kirin."
- Ez li dijî zêdekirina faîzê me.
Rojnemegeran, mudaxelaya Bankeya Navendê ya li derbarê bihabûna dowîzan û zêdebûna faîzan jî anî rojevê û ev mijar ji Erdogan pirsîn. Serokwezîr wiha bersivand: "Ez her tim li dijî zêdekirina faîzê bûm dîsa jî wisa difikirim. Lê belê rayeya min tune ku ez mudaxeleyê Bankeya Navendê bikim. Ev mesele di bin teseruf û rayeya min de nîne. Berpirsiyarî di destê wan de ye."
Serokwezîr Erdogan, pirsa derbarê Cenewre-2yê de jî wiha bersivan:
"Mîrov nizane ku di dawiya vê civînê de çi derkeve. Bi taybetî helwesta Rûsya û Îranê zehf girîng in. Di vê ziyareta xwe de emê li ser van mijaran biaxivin. Lê me bûyerên Sûriyeyê, bi taybetî jî bûyerên li Yermukê ragihande Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî. Em vê pêvajoyê bi baldarî teqîb dikin. Heta niha me çi gav avêt, hemû gavên me hatin vetokirin, em dixwazin ku hûn wê jî bizanibin."