NEW YORK
DYA li Sûriyeyê li hedefên DÎŞIyê dixe. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê lêxistina DÎŞIyê de got ku "Ev pêngava ku ji bo hedefan hat avêtin, bi taybetî wek çalakiyeke li dijî rêxistinên terorê yên li herêmê pêngaveke wisa ye ku em jî erênî dibînin."
Erdogan ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya NYyê bibe li New Yorkê ye. Erdogan vir daxuyaniyek da rojnamevanan û êrîşên DYA û hin welatên ereban ên li ser DÎŞIyê yên li Sûriyeyê nirxandin.
Erdogan got ku "Niha agahiyên ku tên gelek cuda ne. Li kîjan hedefan xistin, çawa lê xistin hêj agahiyên eşkere ji me re nehatine. Lê belê hûn dizanin ku van di nav hedefên li Iraq û Sûriyeyê yên ku birêz Obama roja çarşemê eşkere kiribûn de cî digirt. Ev pêngava ku ji bo hedefan hat avêtin, bi taybetî wek çalakiyeke li dijî rêxistinên terorê yên li herêmê pêngaveke wisa ye ku em jî erênî dibînin. Lê tabî ez wisa difikirim ku rast nîne ku ev carek bê kirin û pişt re navber bidinê. Divê bi biryarî vê nexşerêyê bişopînin. Ez wisa bwer dikim ku bi taybetî divê di têkoşîna bi terora li herêmê de bi awayekî lihevkirî bê tevgerîn."
Erdogan li ser pirsa "Tirkiye dê ji niha pê ve çawa piştgiriyê bidê?" got ku "Em di navbera xwe de bi wan re li ser vê hevdîtinan dikin û dê bikim jî. Li gor wê peywira ku dikeve li ser milê me çi be, em ê bikin, wezîfeya ku dikeve li ser milê me çi be em ê li gor wê pêngavên xwe biavêjin. Piştî ku me ev hevdîtin kirin em dê biryarek bidin û li gor wê biryarê piştgiriya xwe berdewam bikin."
Rojnamevanan pirsîn ku gelo di nav vê piştgiriyê de operasyona leşkerî jî heye an na, Erdogan li ser vê pirsê got ku "Hevalno, hemû dikevin navê. Leşkerî, siyasî hemû..."
-Herêma tampon
Erdogan li ser pirsa "Hûn plan dikin ku bi Obama re hevdîtinê bikin?" wiha axivî: "Li vir birêz Wezîrê min ê Karên Derve bi Kerry re, em jî dê beşdarî civîna ku dê di bin serokatiya Obama de bê kirin bin û wir nêrînên xwe bi wan re parve bikin. Îşev resepsiyon heye. Ez wisa bawer dikim ku em dê li ser piyan jî be derfetê bibînin ku bi wî re hevdîtinê bikin û em van hevdîtina bi vî awayî berdewam dikin."
Erdogan li ser pirsên der barê herêma tampon de jî ev gotin:
"Ez ji xwe divê bi çavgirtî li vê binêrim, ev diyardeyek e. Min got no fly zone (herêma qedexe ya ji bo firînê) girîng e. Ya duyem carek herêmeke ewledar a li aliyê Sûriyeyê girîng e. Ji ber ku hema milyon û nîv mirov niha li ba me ne. Geşedaneke civakî ya neyînî ya ku ev bû sedem di me de çêbû. Divê em vê ji holê rakin. Hê jî tên. Aliyê din ê vê karê heye: Têkoşîna bi rêxistinên terorê re. Em divê vê yekê bi heman bibiryariyê berdewam bikin. Ew bi xwe jî vê yekê qebûl dikin. Em jî wek Tirkiye di vê çarçoveyê de çi bikeve li ser milên me dê bi cî bînin."