ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bi Cîgirserokên Koma HDPyê Îdrîs Balûken, Pervîn Bûldan û Parlementerê HDPyê yê Îstanbûlê Sirri Sureyya Onder re hat bal hev.
Hevdîtin li Avahiya Navend a Serokwezîrtiyê hat kirin û bi qasî saetek 10 deqîqe berdewam kir. Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê daxuyanî dan rojnamevanan.
Onder got ku bi Akdogen re li ser pêvajoya çareseriyê, bûyerên ku li bakurê Sûriyeyê diqewimin û der barê lijneya ku çû Îmraliyê de axivîn. Onder da zanîn ku dê bi Arîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş re jî hevdîtinê bikin û ji Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî randevû xwestin û wiha axivî:
"Em hêvî dikin ku bi birêz Serokwezîr re hevdîtinek bikin. Em dê muxtemelen biçin Îmraliyê û beriya ku em biçin Îmraliyê em dixwazin ku van hevdîtinana bikin."
-"Em dê asta ku em hatinê bi civîna çapemeniyê parve bikin"
Onder diyar kir ku li Kobanêyê milet di bin xetereya tunekirinê de ye û ev gel gelekî biyan nîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Herî kêm li aliyê din ê sînor çiqas be ew qas kurd jî vê aliyê sînor dijî û em qala wan dikin. Ne mimkun e ku ne kurdên vir, ne jî di serî de gelê kurd her kesê ku ji mirovahiyê para xwe girtiye, baweriya wî bi demokrasiyê heye û jiyaneke demokratîk dixwaze li hember vê yekê bêdeng bimîne."
-"Em dê rasterast hîn bin ka çi qesd dike"
Rojnamevanekî pirsa "Ocalan dibêje ku 'xwe amadeyê şerê li herderê bikin'. Gelo di vê daxuyaniyê de hedef DÎŞI ye? Gelo tam çi qesd kir?" kir. Onder ev pirs wiha bersivand: "Em dê muxtemelen di nav vê hefteyê de vê hevdîtinê bikin, dê derfeta me çêbe ku em rasterast ji wî bi xwe (Abdulah Ocalan) hîn bin ka çi qesd kiriye. Ji ber vê yekê ji bo me rast nîne ku em ji niha ve tiştekî bibêjin."
-"Em siyasetmedarên sivîl in"
Rojnamevanekî pirsa "Daxuyaniya Karayilan ya wekî 'piştî bûyerên li Kobanêyê pêvajoya çareseriyê xilas bû' ket rojevê, gelo ev daxuyanî rast e? We bi Qendîlê re hevdîtin kir an ne, wateya vê daxuyaniyê çi ye?" kir. Onder jî li ser vê pirsê wiha axivî:
"Karê me nîne ku em daxuyaniyên Qendîlê şîrove bikin, van nêrinên xwe û nêrînên xwe yên wekî vê bi awayekî eşkere bi me re jî parve kirin. Me jî wiha bi awayekî eşkere ragihand hemû aliyên mijarê. Me nêrînen xwe bi wan re parve kir, nîqaş kir. Em siyasetmedarên sivîl in, di vê mijarê de ya diyarker ji ber pêvajoya çareseriyê Birêz Ocalan e. Em ne dikarin rola wî ne jî rola Kandîlê bigirin li ser xwe an jî nîqaş bikin. Em bi hemû hêza xwe hewl didin ku ev derfeta aştiyê hem ji bo welatê me hem jî ji bo herêma me baş be û bibe mayînde. Em ji bo vê yekê ked didin."
Onder li ser pirsa 'gelo hûn dê kengê biçin Îmraliyê? got ku "Em muxtemelen di nav hefteyekê de biçin."