HAKKARÎ
Serokê Giştî yê BDPyê Selahettîn Demirtaş û Parlementerên BDPyê yên Hekariyê Adil Zozanî û Esat Canan ji bo hin serdanan hatin Hekariyê. Demirtaş got: "Partiya me tu wextê êrîşî partî û namzedên partiyan nake û li ber xebatên wan ên ji bo hilbijartinê jî astengî dernaxe."
Demîrtaş, piştî serdana şaredariyê xitabî gel kir û diyar kir ku di hilbijartinên giştî peyamên ku gelê Hekariyê da pêşiya geşedanên girîng vekir. Demirtaş îdia kir ku diyaloga li Îmraliyê û pêvajoya çareseriyê bi xêra gelê Hekariyê derket holê.
Demirtaş destnîşan kir ku piştî hilbijartinên di 30yê adarê de dê pêvajoya diyalog û çareseriyê ber bi aştiyeke mayîn de ve bimeşe û wiha got: "Heke em encamên ku heta niha hatine bidestxistin bidomînin û pêşve bibin, dê êdî gelê Kurd li vir qedera xwe bi xwe tayîn bike."
- "Xwezî li vî welatî pirsgirêka Kurd tunebûya"
Demirtaş piştre çû serdana Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên Xwe Wenda Kirine ya Mezopotamyayê (MEYADER) û li vir pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê de bersivand.
Demirtaş got ku xwezî li vî welatî pirsgirêka Kurd tunebûya û wiha pê de çû: "Xwezî ev felaketên mezin neanîna serê Kurdan û xwezî ciwanên Kurd pêrgî van zilm û zordariyan nehatina û derneketina serê çiya. Xwezî leşker û polês jî nemirana. En vê ji dil û can dixwazin û gelê me jî vê dibêje."
- Rageşiya li Liceyê
Demirtaş li ser pirsa rojnamevanan a derbarê rageşiya li Liceyê jî wiha got: "Ez li vir ji dil û can dibêjim, partiya me tu wextê êrîşî partî û namzedên partiyan nake û li ber xebatên wan ên ji bo hilbijartinê jî astengî dernaxe."
Demirtaş destnîşan kir ku wek partiyeke siyasî xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê didomînin û ji îradeya gel re jî siyanetê nîşan didin û wiha got: "HUDA-PAR li navçeyeke ku hema bêje tu endamek wan tuneye radibe belavok belav dike. Esnaf bixwe bertek nîşan didin. Esnaf dibêjin belavokan li vir belav nekin. Li ser vê jî rageşî derdikeve. Li holê berteka gel heye."
- "Li dijî provakasyonan hişyar bin"
Demirtaş diyar kir ku li holê pevçûna HUDA-PAR û BDPyê tuneye û wiha got: "Dixwazin bi vî awayî xwe derxin rojevê. BDP xebatên HUDA-PARê asteng nake. Ez ji esnaf û gelê xwe rica dikim, bi aqlê selîm tevbigerin û li dijî provakasyonan hişyar bin. Bila xebatên xwe bikin. Ew ê di 30yê adarê de encamê bibînin."