Di axaftina Serokomar Gul de ev serenav derketin pêş:
"Tirkiye hem ji ber ku giraniya aboriya cîhanê ber bi Asyayê ve dikêşe hem jî ji ber ku nirxên demokratîk belavê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Başûr dibe, di erdnîgariyeke gelekî girîng de cî digire. Welatê me di vê heyamê de di navenda van her du dînamikan de ye û bi derfeteke dîrokî re rû bi rû ye."
"Tirkiye îro yek ji wan welatan e ku armancên wê mezin in û digihêje armancên xwe. Di bidestxistina vê encamê de bandora îstiqrara li welatê me û reformên hiqûqî, demokratîk û aborî yên ku 11 salên dawîn tên bicîanîn gelekî girîng e."
"Ji bo ku em ji dafika dahata navînî xilas bibin, divê em stratejiya pêşxistina aborî ya ku giraniya xwe dide li ser perwerde, zanist, Ar- Ge, teknolojî û nûjeniyê bişopînin."
"Digel hemû alozî, qeyran, pevçûn û şerên navxweyî yên ku li der û dora welatê me diqewime, hewldana welatê me ya ji bo rê li bergirtina aloziyê û li herêmê avakirina aştiyê, ne tenê ji bo ewlehiya me lê belê ji hêla dahatuya me ya aborî ve jî gelekî girîng e."
"Aboriyên bazarên pêşketî dê rojekê teqez dev ji polîtikayên xwe yên ji bo berfirehkirina pereyan yên ku niha dimeşînin, berdin. Ji ber vê yekê ji bo ku bandora neyinî ya derketina ji polîtîkayên berfirehkirina pereyan a li ser aboriya me hindik be, divê pêvajoya li pêşiya me baş bê nirxandin."