Sevim Hatun
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Em ê bi hevdu re li ser pirsgirêkan bisekinin, em ê bi aqilê hevpar li çareseriyan bigerin. Lewra pêdiviya welatê me bi vê heye. Heke em bixwazin bigihên asta şaristaniyê ku Xazî Mustafa Kemal Ataturk nîşanî me debû, bo em bigihên vizyonên xwe yên 2053an, 2071ê û vê mîratê ji gencên xwe re bihêlin, em mecbûr in ku bi vê hişmendiyê bixebitin."
Yildirim di organîzasyona fitarê de digel Nûnerên Sendîqayên Memûr û Karkeran re civiya û axaftinek kir.
Serokwezîr Yildirim behsa berxwedana 15ê Tîrmehê kir û nirxandina xwe wiha anî ziman:
"Di 15 salên borî de milletê me rêveberiya welat teslîmî me kir. Me jî hewl da ku vî emanetî bi layiqî bînin cih. Me cudatî nekir û ji bo xelkê vî welatî xizmet kir. Me xizmetên ku xeyal bûn birin serî. Em ê bi hevdu re li ser pirsgirêkan bisekinin, em ê bi aqilê hevpar li çareseriyan bigerin. Lewra pêdiviya welatê me bi vê heye. Heke em bixwazin bigihên asta şaristaniyê ku Xazî Mustafa Kemal Ataturk nîşanî me debû, bo em bigihên vizyonên xwe yên 2053an, 2071ê û vê mîratê ji gencên xwe re bihêlin, em mecbûr in ku bi vê hişmendiyê bixebitin."