Muhammet Kurşun
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
Ankara
Serkomar Erdogan got: "Eger em îro li binê alaya xwe ya bi heyv û stêrk bi azadî nefesê distînin, li minareyên me bang tên dayîn û em li pêşeroja xwe bihêvî temaşe dikin, em vê deyndarê şehîd, xazî û lehengên di rêya wan de diçin in."
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan di "38emîn Civîna Muxtaran" a li Kulliyeya Serkomariyê hat kirin de bi muxtaran re civiya.
Serkomar Erdogan, ji bo şehîdên Şirnex û Liceyê ji Xwedê teala daxwaza rehmetê kir û got: "Girê şehîdan hîç vala namîne. Girê şehîdan hîç ne vala ye. Ax li benda lehengên xwe ye û ala ji bo liba bibe li benda ba ye. Eger em îro li binê alaya xwe ya bi heyv û stêrk bi azadî nefesê distînin, li minareyên me bang tên dayîn û em li pêşeroja xwe bihêvî temaşe dikin, em vê deyndarê şehîd, xazî û lehengên di rêya wan de diçin in."
-Dibêjin 'me nedît, me nebihîst, me negot'
Serkomar Erdogan wiha dewam kir: "Ew kesên ku li ser sûc hatin qefaltin niha di dadgehan de dibêjin 'me nedît, me nebihîst, me negot' lê belê ew alîgirên FETOyê çi dikin bila bikin wê nikaribin xwe xilas bikin, ez vê bi eşkereyî dibêjim. Hûn li hemberî kê van lîstikan dilîzin?
Tu yê bi F16an, bi tankan, helîkopteran, çekên modern bi ser vî miletî de werî û hê jî rabî bibêjî 'min nedît, nebihîst, nekir.' Ma tu kê dixapînî? Hemû belge, dîmen va ne li meydanê ne. Em ê li pey şopa axayên li derveyî welêt bin jî, em ê dev ji wan bernedin, gav bi gav teqîb bikin û cezayê ku heq dikin bidine wan. Ji xwe miletê me di dilê xwe de ew hemû bi cezayê herî giran ê îxanetê mekûm kirine. Ez bawer im dadgehên li ser navê miletê me biryarê didin jî wê bi heman şiklî biryara xwe bidin."
-Dixwazin li seranserê sînorên me dewleteke terorî were avakirin
Serkomar Erdogan bal kişand ser xetereyên li dorberê Tirkiyeyê û wiha axivî: "Ew aliyên ku dixwazin li seranserê sînorên Tirkiyeyê dewleteke terorî were avakirin, em jî li hemberî vê bêdeng bisekinin qet li qisûrê me menêrin. Ev tê wê wateyê ku wan em qet nas nekirine. Berê dibe ku bi alîkariya wê çeteya îxanetê ya ku ketibû nav saziyên me tiştên werê hatibin kirin; lêbelê êdî ew roj li paş me man."
Serkomar Erdogan destnîşan kir ku li Emrîkayê kevneşopiyek ku heta îro berdewam dikir hebû û wiha axifî:
"Hema bêje her sal di meha remezanê de wezîrên derva bo misilmanên li wê derê fitar didan. Lê belê Wezareta Derva ya Emrîkayê îsal ev fitar betal kir. Kanî we digot cudakarî tune ye? Ka we digot azadiya baweriyê heye. Wisa be ev ya ku we kir çi ye? Helbet êdî fikr û ramanên me jî diguherin. Em li xeberdana wan nanêrin, li karê wan dinêrin. Ew kesên li Misirê çawa ku ji ber baweriya wan êrişî xiristiyanan kirin terorîst hatin îlankirin yên li Emrîkayê êrişî jinên misilman kirin jî bi heman awayî terorîst in.