20 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2015
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Davutoglu: "Kî qesta heyata birayên min ên ji Wanê, birayên min ên ji Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bike, em ê heta dawiyê li dijî wan têkoşînê bidin. Em ê karê xwe nîvco nehêlin, wê ne Pêvajoya Çareseriyê û ne jî têkoşîna li dijî terorê nîvco bimîne."
Davutoglu got: "Me ji bo birayên me yên wanî kepengên dikanên xwe danexin, ji bo eşqiya li ber malên wan xendeka venedin operasyona hizûr û demokrasiyê da destpêkirin. Hûn qet guman nekin gelê Wanê, li vir jî li Diyarbekirê jî gava ku ez piştî îdê çûbûm wir; welatiyan ji min ra digot 'Xweda zewalê nede dewleta me' û pişt ra gotin 'el eman, çi dibe bila bibe me ji destê van eşqiyayan xilas bikin, ew karê ku we dest pê kiribû nîvco nehêlin.' Ez li qada Wanê soz didime we; em ê heta dawiyê dijî wan kesên ku çav berdane rizqê birayên me yên ji Wanê têbikoşin. Em ê wî karê xwe yê ku me dabû destpêkirin heta dawiyê birêve bibin. Ne têkoşîna me ya dijî terorê ne jî pêvajoya çareseriyê ew ê nîvco nemîne."
Davutoglu wiha dewam kir: "Ez ji niha va hişyariyê didim; dema hilbijartinê kî li ser sindoqan bisekine û ji bo welatî dengê xwe bidin filan partiyê an bêvan partiyê li wan zordestiyê bike, ewê bi cezayê herî giran bên cezakirin. Em ê terka vî miletî, vî welatî û van sindoqan nekin. Ez bawer im ku ew ê di 1ê mijdarê de, bi saya îrade û baweriya we Tirkiye bi ser bikeve. Ew ê yekîtî û biratiya me bi ser bikeve. Ew ê kurd jî bi ser bikevin, tirk jî. Ew ê 78 milyon bi hev du re bi ser bikeve."
Serokwezîr Davutolgu got ku kes nikare yê din ji ber bawerî, fikr û raman wî şermezar bike û wiha dewam kir: "Li gor me însan eşrefî mexlûqat e. Hemû însan xwişk û birayê hevdu ne. Tekane armanca siyaseta me jî ev e. Em ne ji bo perçekirin û şidetê, em ji bo biratî, yekîtî, hevkariyê li bal hevdu ne. Em ji bo qedera makûs a gelê vê axa biguherînin siyasetê dikin. Armanca me ew e ku em xizanî, tunebûn, qedexeyên ser vê axa ji holê rabikin. Em bi vê armancê siyasetê dikin. Em ji bo vî welatî, ji bo vî miletî û gelê ezîz ê ji Wanê siyasetê dikin. Em bo vê yekê bi şev û bi roj dixebitin. Em digel tirk, kurmanc, zaza em hemû bi hev du re li dora masê dicivin; a va ye ji yorukên Torosê Ahmet, ji kurmancên Batmanê Mehmet, ji kurmancên Diyarbekirê Mehmet, ji zazayên Bîngolê Cevdet û niha jî Beşîrê wanî, em hemû bi nasnameya xwe li dora masê rûdinên, ji bo pêşeroja Tirkiyê em bi hev du re hewl didin. Em tu caran cudahiyê naxin navê, dilê me hişê me yek e. Ma mimkun e em Birêz Cevdet ji birayekî xwe yê din cuda bibînin?"
Davutoglu destnîşan kir "Em ji bo birayên me yên kurd li vê derê bi hev du ra, qadeke aram da bijîn, dijî terorê bi biryarî têdikoşin" û wiha pê de çû:
"Me ji bo birayên me yên wanî kepengên dikanên xwe danexin, ji bo eşqiya li ber malên wan xendeka venedin operasyona hizûr û demokrasiyê da destpêkirin. Hûn qet guman nekin gelê Wanê, li vir jî li Diyarbekirê jî gava ku ez piştî îdê çûbûm wir; welatiyan ji min ra digot 'Xweda zewalê nede dewleta me' û pişt ra gotin 'el eman, çi dibe bila bibe me ji destê van eşqiyayan xilas bikin, ew karê ku we dest pê kiribû nîvco nehêlin.' Ez li qada Wanê soz didime we; em ê heta dawiyê dijî wan kesên ku çav berdane rizqê birayên me yên ji Wanê têbikoşin. Em ê wî karê xwe yê ku me dabû destpêkirin heta dawiyê birêve bibin. Ne têkoşîna me ya dijî terorê ne jî pêvajoya çareseriyê ew ê nîvco nemîne."