22 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2015
Serokomar Erdogan: "Bûyera ku li ber garê qewimî bûyereke wisa bü ku nîşan dide ku teror çawa kolektîf tê tetbîqkirin. Radibin dibêjin 'Vir DAEŞê kir, nizam kî kir'. Ev bi temamî çalakiyeke terorê ya kollektîf e. Vir DAEŞ jî heye, PKK jî heye, vir el Muxaberat jî heye, vir PYDya rêxistina terorê ya li bakurê Sûriyeyê jî heye. Hemûyan bi hev re wek hevpar ev çalakî kirine."
Serokomar Erdogan: "Derdikevin li der û dorê bi awayekî bê perwa, bê edep û bê exlaq gotina dîktatorê dibêjin. Ji bo Xwedê ez dipirsim, hûn di 28ê sibatê da li ku bûn, 12ê îlonê da li ku bûn? Dema ku paşayê 12ê îlonê serokomarî dikir, we carekê ev gotin, ev têgeh bi kar anî? We hîç ji dîktatorê rasteqîn ra karibû bigota dîktator? Nikarin bêjin, negotin, lewra ji Sultan Abdulhamît Xanê cennetmekan ra jî digotin tu dîktator î. Ev ên ku niha vê gotinê dibêjin jî ji nifşa wê dewrê ne, dewama wan in."
Serokomar Erdogan: "(Li Diyarbekirê ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve bikaranîna karîkatura ku heqaretê Hz. Mihemed dike) Wek mirovek wek misilmanek ev yek zora min diçe. Ez di vê meqamê de nikarim bibêjim 'deng bidin vî, deng bidin wî an jî nedin.' Baş binêrin ka hûn deng didin kî, bifikirin. Min her dem bi zimanê dil bi birayên xwe yên kurd re xeber da. Ez niha jî dibêjim ku li hember terorê, terorîstê, rêxistinên terorê wêrek bin. Bi wêrekî mesafeyê bixin navbera xwe û van hayjixwetuneyên ku bi awayekî bêperwa heqaretê nirxên me yên herî pîroz dikin."