02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim destnîşan kir ku li Tirkiyeyê wê careke din derbe pêk neyên û wiha pê da çû: "Tirkiye wê careke din nebe muxatabê derbeyan û hewldana kesên ku hewesa wan ji wesayetê re heye. Vî welatî çawa ku 16ê Tîrmehê serê sibê çavê xwe ji taritîyê, ji ronahiyê re vekir, bi 16ê nîsanê pê va jî emê înşallah rojekê diyarî bikin ku hewesdarên wesayetê, hêzên dijî demokrasiyê wê careke din nikaribin xeyalên xwe pêk bînin."
Yildirim di Kongreya Demokrasiyê ya Navneteweyî da axivî û got: "Ji bo peydakirina çareseriyeke ku herkesî kêfxweş bike min talîmatên hewce dan hevalan. Hem xebatkarên demsalê, hem yên taşeron, hem jî yên 4c divê der barê hemûyan de rêyeke guncan were dîtin. Hevalên me xebatên xwe dikin. Înşellah dê çareseriyeke guncan were dîtin. Me heta îro tu mijar bêçareserî nehiştiye, em ji niha û pê de jî nahêlin."