Muhammet Kurşun
21 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
ANKARA
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan, di 3emîn Kongreya Neasayî ya AK Partiyê de bi hezar û 414 dengan wek Serokê Giştî yê AK Partiyê hat hilbijartin.
Encama hilbijartina ji bo serokatiya giştî ku li 3emîn Kongreya Neasayî ya AK Partiyê de hat kirin diyar bû.Serokê Dîwanê Hayatî Yazici, diyar kir ku li gor encama hilbijartinê ji hezar 470 delegeyan hezar û 417 kesan deng daye û hezar û 414 qebûl, 3 jî betal hatine jimartin.
Yazici ragihand ku Erdogan hezar û 414 dengên ku hatine qebûlkirin hemû wergirtin û bû serokê giştî.
Erdogan 27ê Tebaxa 2014an serokatî dewrî Ahmet Davutoglu kiribû, piştî 998 rojan dîsa vegeriya serokatiya partiyê.