Önder Beyter
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan wê mitînga xwe ya ewil di 28ê nîsanê da li Îzmirê bike. Li gorî plansaziyê Erdogan wê heya 24ê hezîranê li 55 parêzgehan mitîngan li dar bixe.
Li AK Partiyê amadekariyên hilbijartina serokomariyê û ya parlamenteriyê ku wê di 24ê Hezîranê da bên kirin, didomin. AK Partiyê pêvajoya bernamzediya Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriya Serdema 27emîn di 24ê nîsanê roja sêşemê da destpêkirin. Herwiha pêvajo wê heya 29ê nîsanê roja yekşemê saet 00.00an dewam bike.
Li Navenda Giştî ya AK Partiyê ji bo bernamzediya parlamenteriyê qelebalixiyeke mezin heye û peywirdarên maseyên qeydê jî pir dixebitin da ku xwe pê ra bigihînin.
Li partiyê di 2-3-4ê gulanê da wê bi bernamzedan ra hevpeyvîn bên kirin û dû ra jî namzed wê bên destnîşankirin.
- Li gorî plansaziyê Erdogan wê li 55 parêzgehan biaxive
Li AK Partiyê herwiha ji bo beyannameya hilbijartinê jî xebateke bênavber dest pê kir.
Heta çend rojan bernameya mitîngên partiyê wê eşkere bibe. Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan wê di 28ê nîsanê roja şemiyê seba kongreya parêzgehê biçe Îzmirê û wê li wir mitînga xwe ya ewil a hilbijartinê bike. Li gorî plansaziyê Erdogan wê heya 24ê hezîranê li 55 parêzgehan mitîngan li dar bixe.