Nihat Kavşut
29 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
SARAYBOSNA
Serokwezîr Yildirim: "Ev ji bona me surprîz nîne. Ji ber geşedanên mehên berê me wiha texmîn dikir. Ji bona sala 2018an jî Tirkiyeyê proje amade kirine ku îstiqrar û pêşketina xwe berdewam bike."
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Parlementoya Bosna Hersekê piştî hevdîtina bi Denis Zvîzdicê Serokê Konseya Wezîran ya Bosna Hersekê û di nav lijneyan da daxuyaniya çapemeniyê da.
Bînalî Yildirim di xeberdana xwe da bal kişand ser girîngiya ewlehî û îstiqrara Balqanan û wiha peyivî: "Îstiqrar û ewlehiya Balqanan di heman demê da ewlehiya Ewropayê û Rojhilata Navîn e. Loma jî em dizanin ku ji bona aştî û îstiqrara li vir xera nebe berpirsyarî dikeve ser milê hemû dewletên herêmê. Ji ber vê jî di serî da Bosna Hersek em hewl didin bi hemû dewletan ra têkilî û pêwendiyên dostane deynin."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir şerê ku Tirkiye dijî terorê dide ne tenê ji bona Tirkiyeyê bo Ewropa û Balqanan jî girîng e û wiha got: "Li Rojhilata Navîn şerê ku Tirkiye li qada Sûriye û Iraqê dijî terorê dide tenê ewlehiya welatî û dewleta xwe pêk nayne. Di heman demê da rê li ber digire ku penaber koçî Balqan û Ewropayê bikin û kar û barên terorê asteng dike."
Yildirim ji bona rêjeya pêşketina aboriya Tirkiyeyê ya ji sedî 7,4 ku di sala 2017an da çêbû wiha axivî: "Ev ji bona me surprîz nîne. Ji ber geşedanên mehên berê me wiha texmîn dikir. Ji bona sala 2018an jî Tirkiyeyê proje amade kirine ku îstiqrar û pêşketina xwe berdewam bike."