Fatih Gazioğlu
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
SARAYBOSNA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Bosna Hersekê ji aliyê Denîs Zwîcdîcê Serokê Konseya Wezîran va bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Serokwezîr Yildirim li Bosna Hersekê dest bi ziyaretan kir û wê 2 rojan li Bosna Hersekê bimîne.
Yildirim li Parlamentoya Bosna Hersekê ji aliyê Denîs Zvîcdîcê Serokê Konseya Wezîran va hat pêşwazîkirin. Yildirim û Zwîzdîcê piştî guhdarkirina marşên neteweyî lijneyên welatên xwe bi hev du dan nasîn û paşê jî poz dan rojnamevanan.
Arîkarê Serokwezîr Recep Akdag, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan, Cigîrserokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş beşdarî merasîmê bûn.