Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vekirina Foruma Aboriyê ya Dinyayê de axivî û wiha got: "Qey niha NY cihekî wisan e ku derbekar lê diaxivin yan cihekî wisan e ku ewên bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin tên lê diaxivin û yan jî cihê wan kesên ji rejimên otokratîk tên lê diaxivin in? Heke hema cihekî wisa ye hemû kes tên lê diaxin, ev tiştekî din e, lê heke ez Recep Tayyîp bi demokrasiyê bawer dikim, wê çaxê ez li gel wanê bi rêyên antîdemokratîk hatine ser kar wêne nakşînim, nakevime wî wêneyî."
Serokomar Erdogan got, "Dinya ji 5an mezintir e. Em nikarin qedera dinyayê li hêvya van pênc welatan bihêlin."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Hinek welat ji ber polîtîkayên xwe yên tirsandin û tundiyê, li pey xwe xirbeyên mezin dihêlin. Teror hê bêtir kurewî dibe, belavî erdnîgariyeke hê berfirejtir dibe, bi vî awayî derketiye asteke wisa ku aştiya kurewî tehdîd dike."
- "Li Iraq û Sûriyeyê zilim heye"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Iraq û Sûriyeyê wiha got, "Divê qedera min her dem li gor axaftina van 5ên han nebe. Vêga li Sûriyeyê, li Iraqê zilm heye. Dema biryar tê dayîn çi tê gotin? Gelo konseya NY çi dibêje? Û yan jî ev 5 endamên çi bibêjin? De tu wê jî bihêle, gelo ji van 5 endaman yekê çi bibêje? Tu dibêjî 'Na' û mesele namîne. Tu kes nikare wê biguhire. Ma qey hemû dinya mehkûmê gotina endemakî ji wan e?"
- "Ji hewayê ve avêtina bombeyan çareseriyeke mayînde nîne"
Erdogan di axaftina xwe de destnîşan kir operasyonên ku hêzên koalîsyonê li Sûriye û Iraqê dijî rêxistina terorê dikin girîng in û got ku ji hewayê ve avêtina bombeyan çareseriyeke mayînde nîne û wiha dewam kir: "Bêguman ev operasyona bi destê koalîsyonekê li Iraq û Sûriyeyê li hember rêxistina terorê tê kirin girîng e. Lê divê ez bi bîr bixim ku ev têrê nakin, divê mekanîzmayên pirsgirêkan ji binî ve çareser dikin têxin dewrê. Ji hewayê avêtina bombeyan tenê bi awayekî berwext pirsgirêkê çareser dike û li ser pirsgirêkê dinixême."
- "Çima dinya li dijî rêxistina terorê ya PKKyê bêdeng e"
Erdogan wiha axivî: "Vêca ey dinya, dema rêxistineke terorê ya mîna DÎŞIyê derdikeve holê tu tevradibî, lê çima dema rêxistneke terorê ya mîna PKKyê li holê ye tu tevranabî? Li wê derê çima dengê te dernakeve? Tu çima nabêjî em li hember wê "têkoşîneke hevpar bidin"? A li vir ez tengasiyê dikşînim vê yekê fêm bikim. Heke dinya li ser siyaset, edaletê ava bibe, wê hingê meneyeke wê heye. Lê heke siyaset ji edaletê dûr be, li wir bidestxistina encamekê ne mimkûn e."