Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Samsûnê beşdarî merasima vebûna sala akademîk a Zanîngeha Ondokûz Mayisê ya Samsûnê bû û got: "Dema dibêjin Îslam, DÎŞI tê li pêş çavên hin kesan, bi ya min taybetiyên hevpar ên wan kesan cahiltiya wan e. Hovîtiya ku îro DÎŞI dike tevgerên ceseratê wan bi xwe ye. Tu kes nikare Îslam û şaristaniya ku Îslamê ava kir bi DÎŞIyê re bi bîr bîne, DÎŞI jî bi Îslamê re nayê bibîranîn."
Serokwezîr Davutoglu piştî merasima vebûna sala akademîk a Zanîngeha Ondokûz Mayisê ya Samsûnê, beşdarî merasima vebûna komî bû û wir wiha axivî:
"Em li herêma me û li cîhanê li dijî her cure fealiyetên terorê, bi taybetî li dijî her cure fealiyetên ku navê Îslamê xelet didin nasandin, derketin. Em ê dîsa li dijî tiştên bi vî awayî derkevin."
Serokwezîr Davutoglu mijara spekulasyonên der barê xilaskirina 49 rehîneyên di destê DÎŞIyê de jî wiha axivî: "Niha wext wextê hesabpirsînê ye. Em ji zihniyeteke ku dewleta xwe bi xwe ew qas gilî dike, niha hesabê dipirsin. Ev birayên me di nav şert û mercên gelekî giran de û bi kordînasyona hevpar a yekîneyên me yên ewlehiyê hatin xilaskirin û bêyî ku tiliya tu kesî xwîn be me ew anîn Tirkiyeyê. Me ev yek di hilbijartina Serokomariyê de bi kar anî? Nexêr. Hikûmeta me hêzdar û bi qûdret e û mûyek porê welatiyên xwe ji hemû meqamên cîhanê ezîztir dibîne. Hikûmeta me van birayên me bi hewldana xwe bêyî ku tiliya tu kesî xwîn be anî welatê wan."